Pozzî: Helbest û Întihar

Çayan Okuducî

Kî û kê dikare maneyan li ser maneyên întîharan mezin bike, biryar û encamên tund derxe? Helbet civaknas û derûnnas digîhijin encamek, digîhijin kûrayiya ferd. Lê dîsa qim û têr nake. Ger, em wateyan bar bikin ser xwekuştinê, wê çawa û bi çi awayî bê kirin? Yekî/ê biryara xwe ya xwekuştinê dabe, piştî wî her axaftin, nivîsandin, şîrove, nirxandin dê gellek caran piyeke wê li hewayê nemîne? Zêdetir têkîliya navbera min û xwekuştinê li ser hunera helbestê de qewimiye. Didim pey risteyan, didim pey şopa helbestan; bo ji me re deriya vebike, hevokan xira dikim û dîsa ava dikim.

AGIRÊ SEQEMA ÇI KEZEBA GENERALÊ PAYÎZÊ ŞEWITAND?

Delîl ên veşartî, îmgeyên xwekuştinê û bi hêmakirina wan; bo rêwitiya kûrbûnê gellek caran rê li me vedike. Generalê Payîzê di helbestên xwe de behs û meraqa xwe yê li ser “întîhar”ê bi îmgeyên demsalan honand. Heta ku ji destê şa’r hat, bi saya helbestan jiyanê li xwe dirêj kir, întihar jî redkirina hemû tiştan bû. Lê di dilê şa’r de tofanek çawa rabû, agirê seqemê bi çi awayî kezeba wî şewitand? Bersivên me di helbestan de veşartiye, bi metaforan hatiye ser ziman, bi îmgeyan hatiye vegotin. Întihar li dijî serî bilindkirina jiyanê nîne gole? Întihar çiqas bêhêviyê hêma bike jî; bo kesan xelasbûnê jî naxe bîr? Îhtihar ne tenê xwekuştine, di bingeha xwe de jiyana kêlî bi kêlî bibîr xistin nîne? Hemû bandorên ne baş, hêviyên şikestî û çilmisî ên tomarkirin nîne di hafizayê de? Xwekuştin destpêka hîçbûnê ye û hestên kêrnehatî jî hêma dike. Aloziyên ku civakan de geş dibe, tesîr û bandora xwe zêdetir li ser ferd dide destnîşankirin. Lê mirovên bindestên destan, zêdetir bi xwekuştinê va meyldar in. Bi çar alî va hatine dorpêçandin, bûyer li ser bûyeran geş dibe, derî li ser deriyan tê girtin, bêhna kulîlkan, tîrejên tava rojê, xwarin û vexwarin, meş û hêvî, aborî û pêşaroj êdî ne giringe bo meyldarên xwekuştinê. Deriyek vekiriye bo kesan, bi tena serê xwe deriyê xwekuştinê jî jê re vekiriye, çareseriya xwe jî di wê deriyê da dibîne. Hemû xiracir, derd, alozî, aborî, bindestî, îxanet û dest kişandina ji jiyanê, di wê piniya kor da hatiye veşartin. Întihar tercîheke di navbera jiyan û mirinê de ye. Biryar yan jî xwekuştin, êdî xwe neîfedakirina li dijî jiyana tundbûnê ye.

METNÊN HELBESTKAR, BI DESTÊ BAV TÊ ŞEWITANDIN

Antonîa Pozzî di bahara emrê xwe de -bîst û şeş saliya xwe de- li berbajarê/banliyö Mîlanoyê di nav çalek de jixweveçûyî/nîvhişketî hat dîtin. Bi îlacê Barbitürat/anestezî teşebusa xwekuştinê kir, roja din di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Sala 1912an de li Mîlanoyê ji dayik bû. Heta sala 1938an sêsed/300 helbest nivîsî. Piştî mirina helbestkar helbestên wê hatin weşandin. Jiyanek di bin bandora patrîarkal de 26 sal liberxwe da. Tesîra bavê helbestkar piştî mirina wê jî didome. Metnên helbestkar bi destê bav tê sansurkirin û tê şewitandin. Bav qebul nake ku keça wî xwekuştiye. Ev done jî destnîşan dike ku rêya li ber şa’r hatiye raxistin, bav rolek gîrîng leystiye. Pirtûka Pozzî bi navê “Kadın, Şiir ve İntihar/Jin, Helbest û Întihar” hat weşandin. Ev helbestên ku emê bixweynin, ji helbestên wê hatine hilbijartin[1]. Di pirtûkê da em heftê/70 helbest dixweynin. Helbestên ku di navbera salên 29-38an de hatiye nivîsandin. Helbesta wê ya bi navê “Tenêtî” de jinbûyîna ontolojiya rasteqînê hêma dike, xwe strandiye. Ne li kerexa helbestê da digere, di nav helbestê de diqîre û wiha gazin dike;
Na.
Tenê me.
Bi tena serê xwe li ser bedena xwe yê qels diquncifim.
(…)
Weka dînek maç dikim çoka min a ku çermê wê şidandiye.

Dîroka vê helbestê ne diyare, lê meriv dikare jê derxe ku nezîkê xwekuştinê hatiye nivîsandin. Hişê ku êdî şidandiye û ê ku diêşê, bi bedena xwe dide xuya kirin. Helbestkar, risteyên xwe kin nivîsiye. Wek temenê wê yê kin. Îmgeyên wê hema em dikarin bêjin gellek zelal û fireh in. “Çal” û “bêbîr” êdî dewlemendiya helbestkar e. Bi usluba xwe yê xweser û bi zenabûna xwe yê hênik, metaforan veşartiye. Di helbesta “Rêşivan/Patîqa” yê de em leqayê rihek aramî tên;
(…)
ramanek xwe diyar dike:
çi xweş, çi şêrîn ax,
çiyayên ku li kêlekê bisiya hêşînayî dirêj dibin
bi xiyalên te didome bervî rojava yê va

BÊŞIK HELBEST JÎ Û HELBESTKAR JÎ ŞIDANDIYE

Di vê helbestê de yekcarî hîs a ku li xwîner dipêçe, rihek aram û hişek zelal e. Helbestkar, di helbestê xwe de gellek aram e, agresîfbûna wê jî gellek li jêre. Di hiş de tiştên ku diqewime di bêjinga rih de rewastiye û ji xwe bawer risteyan daye pey hev. Di her helbesta –kêm/zêde- şa’r de em “mirinê” dibînin. Mirin jî berê me dizivrîne “xwekuştin” ê. Vêga helbesta vê ya bi navê “Xweşikî” da ev du riste balkêş in. Ka em bixweynin; “xweserbûna min a li dijî şaşwaziya miraran/lerza min/ölümlülere özgü hayretimi/titrememi”. Helbesta bi navê “tunebûn/yokluk”ê de ev risteyên ku emê bixweynin, dê gotina me piştrast bike; “Perde difirikî/li balkonên tenha da/wek bawanên mirî/uçuşuyordu perdeler/ıssız balkonlardan/ölü yelkenler gibi”. Pozzî, di helbestên xwe de “mirinê” daye pêş, “xwekuştin” jî paşva tê. Di esasê xwe de risteyên em dixweynin gellek agresifin. Di temamiya helbestê de em viya dibînin, lê şa’r bi usluba xwe ya nerm, vê agresîfbûnê belavela dike. Bêşik helbest jî û helbestkar jî şidandiye. Helbestên di pirtûkê da em dixweynin, ji xeynî sê helbestan, ê din hemû nêzikî xwekuştina şa’r hatiye nivîsandin. Şidandina helbestan de em dibînin ku hestên xwekuştinê hêdî hêdî bandora xwe li ser helbestkar zêde kiriye. Helbestên dawî jî me derdixe ser vê rêyê. Ezê ji çend helbestên curbecur bi çend risteyan gotina xwe bi cîh bikim; “tu yê biçirisî, wek agirek spî/vegotina mirina min çaxê ji zindiyan re bînî ser ziman/parlayacaksın sen, beyaz bir ateş gibi/anlatırken ölümümü canlılara”, “bo te hîs bikim xwe li te dipêçim/çermê te ya bi aramî li ber devê mirinê/wisa teze û tariye ku/sarılıyorum sana hissetmek için/huzur dolu tenin ölümün eşiğinde/öyle taze ve karanlık ki”hwd.

Întihar û helbest çaxê tên bahevûdin, yekcar helbestkarê Ûris Sergey Yesenîn xwe bibîr dixe. Helbesta wê ya bi navê “helbesta veqetandinê”, nameyeke di esasê xwe de û helbestkar bi risteyên xwe xatir xwestiye. Helbesta xwe li ser kaxezek nenivîsî, bi xwîna xwe li ser dîwar neqîş kir.

Li vê jiyanê de mirin tiştek nû nîne

Lê jiyan jî ne ewqas nû ye li vir[2]

Piştî mirina Yesenîn, heval û dostê wî Vladîmîr Mayakovskî helbestek bi navê “Sergey Yesenîn” dinivîse. Hem heqê helbestkarê hêja dide hem jî di civakê de negatîfbûnê dixwaze vegerîne ber pozîtîfbûnê. Di dawiya helbestê de wisa bang dike Mayakovskî:

Di wî jiyanê de
mirin karê herî hêsane
Ê herî zehmet
Jiyanek bi nipînû
bê destpêkirin[3]

Çar sal paşê Mayakovskî jî întihar dike. Întihar, ne em bêjin ku “xwenekûje”. Ew qas ne hêsan e. Çawa ku di bingeha întiharê de armanc û encam diguherin, bi şêwaz û usluba xwe jî ji hev cuda dibin. Wek çalakiyek, wek rûmetek, wek teslîmiyetek, yan jî ji bo revek. Dibe ku cezayek jî ji xwe re birî be. Pozzî bi ilaca anesteziyê xwe kuşt –bavê wê intihara keça xwe red kiriye- Stefan Zweîg jî bi Veronalê xwekuşt. Generalê Payîzê jî li oda xwe bi bend xwe daliqand. Nîlgun Marmara jî di bolkona mala xwe de xwe avêt, Hemingway biçek xwe kuşt. Hevkariyan ev navan di berhemên xwe de lîrîk, kûr û di uslubên xwe de jî aram in. Firtine û bahoz, agir û tofan, êşa hebûn û nebûnê, tengasî û firehbûn, biryara hîçbûna bedenî. Ji ber ku di hindir de bilind û mezin dibe; encama ku di dest daye yek alî û piyek li hewayê dimîne. Me bi vê munasebetê li jor behsa encama kor kir. Charles Bukowskî; “Belkî jî vexwarin, roja din dîsa vegerîna jiyanê ye û teşeyek her roj xwe wek întiharê dubare dike.” Lê herkes wek Bukowskî her roj xwekuştina xwe dubare nake bi vexwarinê…

Payîza sala 1998an bû ez ne şaş bim. Ji bo çend rojan ji Amedê çûbûm Farqînê. Piştî vegeriyam, diya min bi dizîka va û bi dengek nizim got; “Îhsan xwe kuşt.” Hema bi carkî ve û bi çavên tirs min jê pirsî; “Kîjan Îhsan?”. Got, “Îhsanê hevalê birayê te”. Ev bersiv çokên min lerizand, dilê min bi lez û bez kir gupegup. Dîmenên wî, axaftina wî ya nerm, rêçûna wî, cixare keşandina wî, camêrî û hevaltiya wî hat ber çavê min. Îhsan bi temenê xwe çend sal ji me mezintir bû. Di loqenteya xalê xwe de firaqa dişûşt, komîtiyê dikir, garsontiye dikir, xwarinan dibir ji esnafên derdorê re, şeveqê zû vedikir û evarê jî digirt. Kin û kurtasî Îhsan her karî dikir. Ji xwe digot “joker”. Me tekû tekû cixare distand û gellek caran jî cixara me tine bû. Îhsan her tim bin gora xwe de paketa cixarê vedişart û çaxê ji kar dihat seriyek li me dixist. Me hê jê cixare nedixwest, ew bi xwe cixare derdixist û dirêjî me dikir. Wisa ji dil û camêr bû. Cara yekem bû ku mirovek ewqas nêzîkê min bû, xwe kuşt. Bi hefteyan û mehan suretê Îhsan dihat ber çavên min û min ti maneyek nikaribû lê vê kuştinê bar bikira. Vêga difikirim, belkî mane barkirin ji Îhsan re neheqiye… Piştî xwe kuştina Îhsan, dîsa li taxa me Miqades a ku qata hefta rûdinişt, rojê ji deh seatan bêhtir di pencerê da bû. Her tim bi kenên xwe yê dengbilind derdora xwe û cîranan keyfxweş dikir. Rojek ji rojên zivistanê qêrîn û hawara dayêka Miqades li kûçeyê belav bû. Miqadesa ku her roj bi seatan di pencerê de xwe beravajî dikir. Ji nişkava wek çivîkek ji dara xwe firî. Çaxê min dest bi xwendina Pozzî kir, Îhsan û Miqades ket bîra min. Lê her tişt wek cama bihilm bû. Ne dengê wî dihat ne jî min wî/ê seh dikir. Dîmenek tenê di hafizaya min de xurt mabû, rûyê wî yê saf û xweşik. Wek risteyên Pozzî de saf û zelal bû.

Pozzî di helbestên xwe de taziye. Tazîbûna wê li dijî jiyana derva re peyameke, ji xwezayê re jî hurmeteke. Çiqas mirin xwe di helbestên wê de xwe bihewîne jî tazîbûn jî ew qas heye. Îmge an metafor yan jî rasteqîna tazîbûnê, di helbestên xwe da daye pêş. Biveneve pirsek di hişê xwîneran de xwe ava dike. Gelo ev metafora tazîbûnê bo amadekirina çûndinê ye? Hêma kirina di risteyan de ji zayînê bervî xwekuştina nav çalê de, tazîbûna wê red kirina bave, yanî patrîarkal e. Ev serî bilindkirina li dijî civak û bavê, xwe bi şilftazî parastiye. Ev risteyên ku emê bixweynin, parastina şa’r bi çawayî neqîşkiriye û radixtiye ber çavên xwîner: “Şal li ser min raxe/li ser doşeka kayê/bi destên xwe yê hişk/bir örtü ser üzerime/o saman yatakta/sert ellerinle”, “bi ken/pungan te pêşkeş dikir/tazîbûna bedena mina a êvarê/gülerek/yosunları sunuyordun/akşamki çıplak bedenime.”, “li min binêre: tazî me. Bêaram (…) îro li serşoka spî tazî xwar dibim/ezê sibê tazî dîsa xwe xwar bikim/li ser doşekek, ger yek min bixwaze/û rojek tazî, li ser piştê bi tena serê xwe ezê bibînim/li axa nepixî, çaxê mirin gazî min kir/bana bak: çıplağım. Huzursuz/bugün çıplak eğiliyorum beyaz banyonun/parlaklığında, çıplak eğileceğim yarın yine/bir yatağın üzerinde, olursa/beni isteyen/ve bir gün çıplak, sırtüstü/uzanıp kalacağım yapayalnız/kabarmış toprakta, ölüm beni çağırdığında.”

POZZÎ DI HELBESTÊN XWE DE HER TIM DI NAV XWEZAYÊ DE YE

Ev risteyên me xwend ji helbestên cuda bûn. Vêga em bidin pey şopa îmgeyên xwe yên sereke. Di helbestan de îmgeyên ku hatine hêma kirin, bi xwezayê va zêdetir têkîliyê da ye. Pozzî di helbestên xwe de her tim di nav xwezayê da ye. Em dîsa bibîrxin, Pozzî di nav çalek de şilftazî û nîvhişî hatibû dîtin. Mij, ba, dar, daristan, patîqa, çal, derya, gol, tav, esman, pêl, zertav, reştav, kevir, çem, newal û hwd. Têkîliya helbest û xwezayê bi wan peyvan ve pirek hatiye honandin. Îmgeya sereke, çavê hêşin e. Pozzî, evîna xwe bi çave şîn eşkere dike. Çavên evîndarê xwe bi şîn a esman û hêşîniya deryayê va dişibîne. Di helbestan du rengê sereke henin, spî û şîn. Spî rihê şa’r e, zelalbûn û pak hêma dike. Şîn jî ê evîna wê ye. Bi bedena xwe jî ar û dilxwazî/arzû yên xwe dide honandin. Hestên ku bi destê bav û civaka erkê da hatiye sansur kirin. Ev sansur û bandora nêrî bi xwe re şermê jî aniye. Bi metafora tûlê an bi kemn/rûberê dide destnîşankirin. Tê de erotîzma veşartî jî hatiye hewandin. Risteyên ku emê vêga bixweynin, hem helbesta wê ya pastoral dê bê xwendin hem jî di bingeha xwezayê de hêvî û xwestekên şa’r dê bên dîtin; “asoya te/ji berfê/bi mermerên te yê spî/di bexçeya gulên tazî de bi çelengên te/û selwî/ufukların/kardan/beyaz mermerinle/çıplak gül bahçesinden çelenklerinle/ve selviler.”, “pê ketin nav avê/cemed bandorê li rehjenê dike/tav, li ser çamastiyê minê tazî/bêhna axê/zaroktiya min a windakirî/suya gömülür ayaklar/buz nüfuz eder nabıza/güneş, çıplak ensemde/toprak kokusu/kayıp çocukluğum.”, “dilê min/û bi her nêrîna te/firbûna kûrayiya wî/li dûr, dema hêşîniyê de/tenê keyfxweşiya min/û dîsa ji nû va zayîna min a di hindirê te da/benim yüreğim/ve her bakışın/onun derin uçuşu/uzakta, mavi bir zamanda/sadece benim neşem/ve senin içinde doğmak yeniden”, “erdê ku qeşa girtiye, fîstanê minê tenik/wextek di nav simbilan de dikir xuşexuş/buz tutmuş tarla, ince elbisemin/bir zamanlar hışırdadığı başaklar arasında” hwd.

Helbestên Antonîa Pozzî çîroka rihê wê ye. Çîroka bindestiya patrîalkale em dixweynin. Xwîner bi Pozzî re dimeşe, bervî dilê ku hatiye fetisandin. Di hindir da rêwitiyek bi êş û hesret, bi hêvî û kelecanî, bi lîrîk û nerm… Pozzî; “Ew hemû hendekên ku ez gellek jê hezdikim, hûnê min tê da bibînin. Negrî, ez gellek aramim.” Dibê û ji vê dinyaya bêhnteng koça dawî dike[4]. Dawiya Pozzî di esasê xwe de destpêke. Piştî mirina laşî, jiyana wê peyv bi peyv, stran bi stran, riste bi riste ji nû ve destpêdike. Nivîsandin bo wê azadî û baskvedane, sitar û hêlîne…

Albert Camus, di berhama xwe ya “Gotara Sîsîfos/Sisifos Söyleni” de, “Bi rastî jî tiştê girîng ewe ku di felsefê de pirsgirêkek heye, întihar. Jiyan hêjaye bo jiyinê ye an na, dibe ku meriv bigîhije encamek, di bingeha felsefê de pirsa vê bûyere bû bersivandin” (Camus, 2010, s. 15) dibê. Derheqa mirinê da nîqaşa întihar dike û di navbera pêwîstbûnê an ne pêwîstbûnê de pirsê zêde dike. Ev jî me dibe nêrîna Sokratesê û em dikarin bêjin ku ev domandina wî ye. Li gor Soktares mirin ji her duyan yek e; “ya hîçbûneke halek bêhişî, herkes jî tîne ser ziman, rih ji vê dinyayê koçî dinyayek din dike” (Platon, 1998, s. 90-91). Schopenhauer jî, “bo mirinê amadebûn”a Sokratesê qebûl dike û wisa dibêje; “ger mirin tinebûya, mûjilbûna felsefê jî dê tinebûya” (Soysal, 2010, s. 110). Xwîner çaxê Pozzî bixweyne dê “amadekirina mirinê” ji risteyan wê derxin. Me li jor bi çend risteyan eşekere kiribû lê dîsa em gotina xwe piştrast bikin û çend risteyan deynin vir; “li ser çokên min qêrîna cangoçkan/deryayên ne diyar/dirêj dibe milên minê reş/dizlerimde çığlığı çanların/bilinmeyen denizlere/uzanıyor siyah kollarım.” Weka Camus em bêjin; “daxwaza doh dikir, bi hemû îrada xwe dibê ku jê bireviya, hêviyê dikir ji bo roja din. Serî bilinkirina ev goştî, belê ev bû nelihev bûn.” (Camus, 2010, s. 25). Li ser vê mijarê A. Alvarez, li ser xwekuştina Gerard de Nerval, Vîrgîna Woolf û Nicolas De Staêl de ku ew qas populerîteya wan geş bûye û di dawiyê de pirsa “çima xwekuştin”e dibersivine û tiştên balkêş ji me re dibêje. “Ev afînerên hêja di sîstema sucdariyê de xwe wek sûcdar hîs dikin. Hemû întihar çawa ku meriv nikare bike tûrikek, mijara ku tê behs kirin, berhema ku hatiye ecibandin, êşa kêm û sivik nekiriye û bo jiyinê jî sedemek ne daye pêş. Berhem çi qas xurt û serkeftî be jî ji bo kesên din, bo xwedî berhem ne muhîme. Tu dibêy qey hemû derewkar in, qeşmer in an bêhiş in. Ya rastî jî berhema îdea “ez”ê da darazdaniya wê bi hîçê tê famkirin. Betalbûna darazdaniya wê ne pêkane. Çîmkî xwedî rûmetek teqez e. Ji vê îdea hunera ez, eros û hezkirina jiyanê, bixwe dibe heta dawiyê. Tiştê ku daye pêşiya xwe û armanca ku ewê negîhije bi “ez”ê re li hev tê (…) bi hîçbûna arzûya xwe jî neşarezatî yê xelas dibe. Şerma pêşkêş kirina neehîlbûna xwe pakij dike”[5]

Di pirtûkê da helbestek bi min bo têkîliya helbestkar û helbestê nimûneyek muazzam heye. Hebûna xwe çawa bi risteyan honandiye û xwe daye bin sivêrneka peyvan, bi coşek şikestî bervî asoya hîçbûna xwe bi baskvedana wê ye ev helbest.

Ah şi’r, barê te girana

Ji rihê min re:

Tu zanî çaxê yêkî bidest dixim paşiyê winda dikim ez,

Xwe red dike

Ti ker dibî

Ey helbest, dengê kûrayî ya min da

ji te re gunehên xwe diweşînim

tu zanî

tu zanî îhaneta min

(…)

Ah, helbesta ku çav berdaye min

Dîsa ji xwe re tu min şayeste bibînî[6]

Piştî demek dirêj merhaba, ji vê şûnda ezê ji pazdeh rojan carek deriyê bixim.

Jêrenot:

[1]Akemim Yayınevi/Çev: Doğa Çelik-Lale Alatlı/2022
[2] Yurdanur Salman’ın çevirisiyle: https://siir.gen.tr/siir/s/sergey_yesenin/ayrilik_siiri.htm

[3] Yurdanur Salman’ın çevirisiyle:
https://siir.gen.tr/siir/v/vladimir_mayakovski/sergey_yesenine.htm
[4] Ji pêşgotina pirtûkê/Suat Hayrî Durmuş/Weşanxaneya Akademim
[5] https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/1169168

[6] Ji tirkî bo kurdî: Çayan Okuducî

Related Posts

Bu 2 yol giysinizdeki mürekkep lekesini söküp atıyor! İşte mürekkep lekesini yok etmenin formülü

Tükenmez kalemler kolay kolay sızar yahut kırılır ve mürekkep anında her yere gelebilir. Bilhassa bir müddettir oturuyorlarsa lekeleri çıkarmak …

Çağla Şıkel’in eski aşkı Survivor’ın hırçın adamı çıktı! Gören küçük lisanını yuttu…

2 Ocak 1979 yılında İstanbul’da dünyaya gelen Çağla Şıkel, r. 1997 yılında katıldığı Miss Turkey Hoşluk Müsabakası’nda birinci seçildi. Aynı …

29. Altın Koza Onur Mükafatları Müjdat Gezen ve Hale Soygazi’ye verilecek

Adana’da bu yıl 29’uncusu düzenlenecek Milletlerarası Adana Altın Koza Sinema Şenliği, 12 -18 Eylül tarihleri ortasında yapılacak. Adana …

Kastamonu haberi: Tatil öncesi araç alımı ikinci el otomobil satışını düşürdü

TÜRKİYE Odalar ve Borsalar Birliği Otomotiv Meclis Üyesi ve Kocaeli Oto Ticaret Merkezi Başkanı Fahrettin Batı herkesin araç ihtiyacını mayıs ve …

Yol kenarındaki yaralı doğana şefkat eli

Kahramanmaraş’ta bir şoför tarafından yol kenarında bulunan yaralı doğan muhafaza altına alındı. Kahramanmaraş-Kayseri karayolunun 125’inci …

‘Tarzan’dı ‘Balina’ oluyor

“Orman Kaçkını” sinemasında Tarzan’ı canlandıran oyuncu Brendan Fraser, yakında çıkacak olan Darren Aronofsky sineması “The Whale”deki rolü için …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.